Li Nîjeryayê êrîşî çekdar: 48 mirî

Li wîlayeta Zamfaraya Nîjeryayê ji teref komek ve êrîşî çekdar hat kirin, di encama êrîşê de 48 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 09.05.2022 09:05:29 / Güncelleme: 09.05.2022 09:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, komeke çekdar li wîlayeta Zamfarayê êrîş li 3 gundan kir, li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama êrîşê de 48 kes canê xwe ji dest dan.

Amînu Suleîmanê Bireveberê Heremê yê Bakurayê derheqê êrîşê de daxuyanî da û weha got, “Kesên çekdar yên bi motorbisiklet, êrîş li 3 gundan kirin. Di encama êrîşê de 48 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Êrîşdaran, erebeyek polêsa jî şewitand û du endamên ewlehîyê jî kuştin. Gelek mal jî hatin şewitandin.”

Li ‘eynî wîlayetê di tarîxa 17ê Çileyê de dîsa ji teref komeke çekdar êrîş hatibû kirin û di encama wê êrîşê de jî ji 50î zêdetir mirov hatibûn kuştin. (ÎLKHA)