Serokê Şaredarîya AK Partîyî vexwarina eraqê parast: Heqê me tune ye midaxeleyî jiyanê xelkê bikin

Alî Bektaşê Serokê Şaredarîya AK Partîyî derheqê rexneyên eraqê yên ku derbarê fesîtvala muzîkê ya ku dê li navçeyê bê lidarxistin de tên kirin de daxuyanîyeke pûç û betal da.

Ekleme: 09.05.2022 08:30:11 / Güncelleme: 09.05.2022 08:30:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Digel temamê reaksîyon û bertekên ku tên nîşandan ew ê îsal jî li navçeya Kozluya Zonguldakê festîvala bi eraq bê lidarxistin ku ev yek ji teref Serokê Şaredarîya Kozluya Zonguldakê yê AK Partîyê  hat parastin.

Serokê Şaredarîya Kozluya Zonguldakê yê AK Partîyê   di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, “Fîrmayên ku navên wan derbas dibin li vî welatî bi sedan kesan dixebitînin, sîgorta xwe radizînin û baca xwe didin. Heqê me tune ye em  midaxeleyî li terza heyatê ya însanan bikin.”(ÎLKHA)