Digel temamê reaksîyon û bertekên ku tên nîşandan ew ê îsal jî li navçeya Kozluya Zonguldakê festîvala bi eraq bê lidarxistin ku ev yek ji teref Serokê Şaredarîya Kozluya Zonguldakê yê AK Partîyê hat parastin.
Serokê Şaredarîya Kozluya Zonguldakê yê AK Partîyê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, “Fîrmayên ku navên wan derbas dibin li vî welatî bi sedan kesan dixebitînin, sîgorta xwe radizînin û baca xwe didin. Heqê me tune ye em midaxeleyî li terza heyatê ya însanan bikin.”(ÎLKHA)