Li Kongoyê êrîşa li ser madena zêran hat kirin: 36 mirî

Li Komara Demokratîk a Kongoyê di êrîşa li ser qada madena zêran de herî kêm 36 siwîl mirin.

Ekleme: 09.05.2022 08:05:29 / Güncelleme: 09.05.2022 08:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîş li parêzgeha Îturî ya li rojhilatê welêt pêk hat.

Endamên koma serhildêr a bi navê Hevbendiya Pêşxistina Kongoyê (CODECO) êrîşî madena zêran a Blanquette ya li bajarê Djugu kirin.

Di êrîşê de 36 siwîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşê karkerên winda hatin dîtin û tê texmînkirin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Komên çekdar ên hewl didin madenên zêran û kobaltê yên li ser sînorê Komara Demokratîk a Kongo, Ruanda, Uganda û Brundî kontrol bikin ev 20 sal in êrîşên xwe didomînin. Tê texmînkirin ku di êrîşan de bi hezaran siwîl mirin. (ÎLKHA)