Li Hindistanê ji ber germa zêde 25 kes mirin

Hat diyarkirin ku ji ber pêla germê ya ku zêdeyî hefteyekê ye li Hindistanê bi bandor e, li gelek bajaran av û ceyran qut bû û 25 kes mirin.

Ekleme: 08.05.2022 10:50:29 / Güncelleme: 08.05.2022 10:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber germa zêde ji hefteya ewil a meha Nîsanê vir va germahiya hewayê li gelek deverên parzemînê bi taybetî jî li Hîndîstanê ev hefteyeke bi awayekî xeternak zêde dibe.

Hat diyarkirin ku li eyaleta Maharashtra ku germa zêde lê bi bandor e, 25 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest dan û 470 kes jî ji germa zêde mexdûr bûn.

Li herêma Wezîrabadê ji ber germê ceyran û av qut dibin. Niştecîh dibêjin ku rayedarên şaredariyê nikarin ava vexwarinê têr peyda bikin. (ÎLKHA)