Li Fransayê êrîşên li ser mizgeftan dewam dikin

Li Metzê bi molotofkokteylê êrîş li mizgeftekê hat kirin, li bajarê Mulhouseê jî li ser dîwarên mizgefteke din nivîsên heqaretê hatin nivîsandin.

Ekleme: 08.05.2022 10:20:28 / Güncelleme: 08.05.2022 10:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mizgeftên li Fransayê ku bi êrîşên li dijî Îslam û Mislimanan hatin rojevê, careke din rastî êrîşan hatin.

Li welatê ku ji aliyê dewletê ve dijminatiya Îslam û Mislimanan tê kirin, îbadetxane rastî êrîşan tên, tên girtin û qedexekirin.

Vê carê jî li bajarên Metz û Mulhouse êrîşî li 2 mizgeftan hat kirin.

Dema ku mizgefta bajarê Metzê bi molotofkokteylan êrîş hat kirin, li bajarê Mulhouseê li ser dîwarên mizgefteke din jî nivîsên heqaretê hatin nivîsandin.

Piştî ku wezîfedarên mizgeftê gilî kirin, polêsan derbarê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.

Hat diyarkirin ku daxwaza nûnerên komeleyê ya ji bo kamerayên ewlehiyê li mizgeft û derdora wê bê danîn ji aliyê Walîtiyê ve bê hincet hatiye redkirin. (ÎLKHA)