Li Misirê 11 leşker hatin kuştin

Di êrîşa ku li Nîvgirava Sînayê hat kirin de 11 leşker ku di nav de efserek jî hebû jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.05.2022 10:05:30 / Güncelleme: 08.05.2022 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li rojhilatê Kanala Sûweyşê ya li Nîvgirava Sînaya Misrê li dijî leşkeran êrîşek hat lidarxistin.

Di êrîşa li dijî leşkerên de 11 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Piştî pevçûnê hat îddîakirin ku êrîşkar li Sînayê li qadeke valakirî hatine dorpêçkirin. (ÎLKHA)