Rusya: Me li balafirên ji tîpa Su-25 û Mîg-29 yên Ukraynayê xist

Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Ukraynayê daxuyand ku ew li balafirên ji tîpa Su-25 û Mîg-29 yên Ukraynayê xistin.

Ekleme: 06.05.2022 15:35:30 / Güncelleme: 06.05.2022 15:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Konaşenkov derheqê herba ku di 24ê Sibatê de destpê kir de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku yekîneyên taktîkên cengê Hewa yê Rusyayê bi şev li 24 cîhên leşkerîyê yên Ukraynayê xistin.

Konaşenkov di berdewama axavtina xwe destnîşan kir ku ew li Ukraynayê daberizînên xwe berdewam dikin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Me heta niha 151 balafir, 112 helîkopter, 742 balafirên bê însan, 290 sîstema fuzeya parastina hewayê, 2 hezar û 854 tenq û erebeyên bi zirh, 329 roketavêt, 1338 topên hawan û obus, 2 hezar û 683 erebeyên leşkerî ê taybet yên Ukraynayê îmhe kir.” (ÎLKHA)