Di meha Gûlanê de li Bêdlîsê Berf barîya

Ekîbên ku li ser rêya Gola Nemrûdê yê ku 13ê kîlometre nêzê Bêdlîsê ye xebatên berfê dikirin, ji ber barîna berfê ji xebatên xwe re navber dan.

Ekleme: 06.05.2022 15:25:12 / Güncelleme: 06.05.2022 15:25:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bêdlîsa ku di mehên zivistanê de nêzê 10 metre berf barîya, ekîbên ku di nav wan mehan de xebatên xwe yên berfê qedandin vê carê jî li ser rêya Gola Nemrûdê dest bi xebatên rê vekirinê kirin.

Ji xebatên ku di seatên serê sibê de hat destpêkirin re ji ber barîna berfê navber hat dayîn.

Naîl Aşîtê Şefa Şantîye yê Navenda Bêdlîsê destnîşan kir ku ew ji ber barîna berfê ji xebatên xwe re navber dan.

Li rojavaya welat tav, li rojhilata welat jî berf heye

Aşît derheqê meseleyê de weha got, “Em ji bona ku dawîya xebatên xwe yên rêvekirinê hatin Gola Nemrûdê û li vê derê rêya Gola Nemrûdê vedikin. Lê em nizanibûn ku suprîzeke mezin li hêvîya me ye. Îro em bi tarîxa 6ê Gûlanê ketin nav firtûneya berfê û bapûkê. Mixabin em mecbûr man ku me xebatê xwe da sekinandin. Bi îzna Xwedê em ê di nav 1-2 rojan de Gola Nemrûdê , ji bona xelqê xwe, ji bona geştyarîyê hêvî dikin ku vekin. Bi îzna Xwedê ew ê xelqê me di rojên yekşem û duşemê de bi rehetî ew ê biçin û werin Gola Nemrûdê. Îro li gelek cîhên welat mirov bikevin nav behrê lê îro jî suprîzek li hêvîya me bû. Em li serê çîya di nav berfê de man.” (ÎLKHA)