Henîyye: Çi qas ku êrîşên îşxalkeran zêde bibe ew ê xelqê Filistînê jî bêdeng nemîne

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê got ku çi qas ku êrîşên îşxalkeran li cîhên pîroz û li Mescîdî Eqsayê zêde bibe ew ê xelqê Filistînê jî bêdeng nemîne û ew ê bi destê girêdayî jî nesekine.

Ekleme: 06.05.2022 11:10:27 / Güncelleme: 06.05.2022 11:10:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê ku li hember êrîşên îşxalkeran ku li Mescîdî Eqsa û ji cîhên pîroz re dike alîkarî dide xelqê Filistînê û wê alîkarîya xwe jî kêm nake daxuyanî belav kir.

Daxuyanîyê bi navê HAMASê re Îsmaîl Henîyye da û weha got: “Tehdîdên kuştina serokan yê ku ji teref neyaran tê gotin ew ê me ji parastina heqên me yên ‘erdên me, Quds a me, vegerîna welat û azadkirina esîran re nikare bide sekinandin. êrîşên rejima îşxalker ku li Mescîdî Eqsayê û cîhên pîroz yên dinê dike çi qas jî zêde bibe ew ê xelqê Filistînê jî bêdeng nemîne û ew ê bi destê girêdayî jî nesekine. Mescîdî Eqsa xeta me ya sor e. Ev mesele bi tu şeklê bazarîyê qebûl nake û parêkirina di nav herdû alîyan de jî ne mimkin e.”

Henîyye di dawîya daxuyanîyê de li ser gotina rejima îşxalkeran de ku doh piştî çalakîya ku li Tel Avîvê hat kirin û dû re gotin ku ew ê serokên de’wa Filistînê bên kuştin û derheqê wan tehdîdan de jî weha got, “Tu tehdîdên îşxalkeran berxwedana Filistînê natirsîne. Ew ê xelqê Filistînê heta ku armancên xwe bi cîh bîne berxwedanê bidomîne.” (ÎLKHA)