Erebe ket nav kerîya pez: 22 mêşin telef bûn

Hat destnîşankirin ku erebeyek li ser rêya Çêwligê li kerîyê pez qelibî, di encama qezayê de 22 mêşin telef bûn.

Ekleme: 06.05.2022 10:50:30 / Güncelleme: 06.05.2022 10:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin kerîyek pez li ser rêya Çewlig-Genc dema ku derbasê alîyê dinê bibe erebe li kerîyê qelibî, di encama qezayê de 22 mêşin telef bûn û di erebeyê de xesara meddî pêk hat.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên cendirme hatin sewqkirin û ji ber mêşinên ku telef bûne jî rê ji teref cendirmeyan ve bi qontrolî hat îdarekirin.

Hat ragihandin ku piştî paqijîya ekîban rê bi rehetî hat vekirin û cendirme jî derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)