CCHD: Platformên medyayên civakî ji tiştên neyartîya Îslamî re deng dernaxin

Navenda Micadeleya Nefretê ya bi Dîjîtalê ku navenda wê li Emrîqayê ye daxuyand ku, şîrketên medyayên civakî, derheqê neyartîya ji Îslam û Misilmanan de ji şîkayetên ku tên kirin re dengên xwe dernaxin.

Ekleme: 06.05.2022 10:40:29 / Güncelleme: 06.05.2022 10:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî rapora CCDHyê weha hat destnîşankirin, “Hemû şîrketên medyayên civakî yên bi tevî Facebook, Înstagram, TîkTok, Twîtter û YouTube, ji şîkayetên ku derheqê nefreta li hember Misilmanan û weşanên Îslamofobîk dengên xwe dernaxin.”

Di raporê de hat îfadekirin ku “Karîkaturên nîjadî, Komplo, îddîayên bê delîl, tiştên ku mirovan aciz dike, muteasîp û weşanên ku mirovan ji mirovatîyê derdixe” tê avêtin pişt guh.

Di berdewama raporê de weha hat gotin, “Gelekî weşanên ku ji bona xirabîyê tên xebitandin bi rehetî dikarin qal bikin û dîsa jî deng dernexistin. Înstagram, TîkTok û Twîtter ji hinek bikarhênerên xwe re ji bona ku hinek hashtagên wek #deathtoîslam (Ji Îslamê re mirin), #îslamîscancer (Îslam Qanser e) bên şixulandin îzîn dan. Weşanên ku di bin wan hashtagan de hatin belavkirin, bi milyonan rêçînan dît.”

Di dawîya raporê de hat destnîşankirin ku platformên medyayên civakî di belavên xwe yên li hember Îslamê de pereyan jî qezenc dikin, ji ber vê yekê ji vê belavên nefretê re dengên xwe dernaxin. (ÎLKHA)