Li Nîjeryayê kelek bin av bû: 18 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Katsînaya Nîjeryayê kelekek ji tîpa Kanoyê bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 18 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.05.2022 08:45:29 / Güncelleme: 06.05.2022 08:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qeza li herêma Maîyê pêk hat û rêwîyên ku canê xwe ji dest dan jî di pîrozkirina ‘îdê de vedigerîyan.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku ji bona 6 kesên ku winda bûne jî xebatên lêgerînê hat destpêkirin û ji ber zêdebûna hêjmarên mirîyan jî endîşe dikin.

Li Nîjeryayê dem bi dem ji ber barîna baranê di çeman de qezayên kelekan pêk tê. (ÎLKHA)