ÎHO EBRAR di ‘îdê de êtîmên Xezzeyî kêfxweş kir

ÎHO EBRARê ku li çar alîyê dinyayê xebatên xwe yên alîkarîyê dike, bi minasebeta ‘Îda Remezanê ji bi sedan êtîmên Xezzeyî re bi bernameyên çeşîd bi çeşîd kêfxweş kir û ji wan re ‘îdanîyan hedîye kir.

Ekleme: 05.05.2022 15:35:33 / Güncelleme: 05.05.2022 15:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Xezzeyê ya ku rejima îşxalker daîma êrîş li wê derê dike her roj xeberên şehîdan tê. Di encama êrîşan de piştî şehîdan jî gelek zarok êtîm dimînin.

ÎHO EBRARê Sazîya Alîkarîya Navneteweyî yê ku ji zarokên êtîm û xelqê Xezzeyê ku îxtîyacîyên wan him ji meddî û him jî ji menewîyê re hene re, bi minasebeta ‘Îda Remezanê di fealîyetên xwe yên alîkarî yên ku ji êtîman re dike de çeşîd bi çeşîd bernameyan tertîp kir û wan zarokan kêfxweş kir û ji kêfxweşîya wan re bû hevpar.

Dildarên ku bi navê sazîyê dixebitin, ji bi sedan zarokên êtîmên ku di berê de wan tespît kiribûn re di roja sêyemîna ‘Îda Remezanê de wan girtin û birin lûnaparkê, li lûnaparkê jî wan kirin çerxefelek, gondol û leyîstikên dinê û wan kêfxweş kirin.

Sazî, xeyn ji leyîstikê ji wan êtîman re cil jî hedîye kir. (ÎLKHA)