Ubeydullah Durna di salvegera şehadeta xwe de bi rehmet tê yadkirin

Ubeydullah Durnayê Alîkarê Serokê Şaxa Geverê yê Mustazaf-Derê berî vê 11 salan ji teref PKKyîyan ve hat şehîdkirin. Ji ser qetlîamê digel ku 11 sal derbasbûbin jî hêj qatil nehatin dîtin.

Ekleme: 05.05.2022 14:50:29 / Güncelleme: 05.05.2022 14:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ser qetlîama Ubeydullah Durnayê Alîkarê Serokê Şaxa Geverê yê Mustazaf-Derê yê ku ji teref kumpasên FETOyê hatibû girtin 11 sal derbas bûn.

Berî vê 11 salan PKKyîyên hov û destbixwîn li Gevera Colemêrgê êrîşî Şaxa Mustazaf-Derê ya li Geverê kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de Ubeydullah Durnayê Alîkarê Serokê Şaxa Geverê yê Mustazaf-Derê hat şehîdkirin. Ji ber vê qetlîamê 11 sal derbasbûn; lê belê failên qetlîamê hêj nehatin dîtin ku ev yek vê pirsê tîne bîran ‘Gelo doza Ubeydullah Durna hat rakirin refê?’

Şehîd Ubeydullah Durna çawa hat şehîdkirin?

Şehîd Ubeydullah Durnayê ku bihîst avahîya komelê yê ku ew çend care bi destê xwe saz kirîye cardin di hedefê da ye, ji malbata xwe xatir xwest û çû komeleyê.

Alîgirên PKK/BDP (niha HDP)yên ku 12 car êrîş li komeleyê kiribûn û ew ê ji bona 13emîn jî êrîş bikirana dest bi hereketê kirin. Alîgirên PKK û BDPê wê roje di şexsê Mustazaf-Derê de ciwanên Geverê yên bi îman û xebatên Îslamî hedef girtibûn. Wan alîgiran molotofên destê xwe avêtin komeleyê û daxwaz kirin ku bi tevî mirovên di hindirê komeleyê de ne komeleyê bişewitînin. Ubeydullah û hevalên wî 2 car 3 car wan alîgiran qewirandibûn. Encax wê koma ku qewirandinê hezm nekirin bi qelebalixî û bi çekan hatin û êrîş li komeleyê kirin. Ubeydullah û hevalên wî yên ku di komeleyê de asê man çareserîya dawîn xwe derxistin bana komeleyê. Hêzên tarî yên ku di pusuyê de disekinîyan, bi keleşkofan êrîş kirin. Di encama êrîşê de Ubeydullah Durna şehîd bû. Hemû van tiştan jî li ber çavên polêsan û pêşîya qemerayên polêsan yên ku di qeydê da bûn pêk hat.

Ji ser qetlîamê digel ku 11 sal derbasbûbin jî hêj qatil nehatin dîtin. Derheqê dozê de jî tu pêşveçûnek nehat dîtin. Gelo doza Ubeydullah Durna tê xwestin ji rastê bê rakirin?

“Cînayeta Ubeydullah Durna ji bona pêk hatina 6-8ê Cotmehê rê çêkir”

Parêzgerê dozê Mehmet Mehdî Oguz di daxuyanîyên xwe yên berê de anîbû ziman ku dosye niha hatîye rakirin refê, tu pêşveçûnek çênebûye û ji bona ku ev cînayet bê fêhmkirin tehqîqatên lazim nehatîye kirin.

Oguz du axavtina xwe de destnîşan kiribû ku neronîkirina cînayeta Ubeydullah Durna di serî de ji êrîşên 6-8ê Cotmehê û ji gelek cînayetên sîyasî re rê vekir û ew li axavtina xwe weha zêde kiribû, “Ji ber vê yekê ronîkirina cînayeta Ubeydullah Durna gelek muhîm e. Eger ku ev cînayet bê ronîkirin gelek cînayetên sîyasî yên ku li herêmê hatine kirin jî ew ê bên ronîkirin.”

“Ji bona ronîkirina cînayeta Ubeydullah Duran lazim e ku hikumet îradeyek nîşan bide”

Oguz di axavtinên xwe yên ku kiribû de destnîşan kiribû ku lazim e ku dosyeya Ubeydullah Durna yê ku hatîye rakirin refê cardin bê vekirin û weha berdewam kiribû, “Gelek nîşane di holê de hene ku beşek girîng ên hêzên li heremê bi FETO re têkîldar in. Armanca van hêzan li heremê derxistine tevlîheviyê û ji vê sûd wergirtin bû. Ger bi şikleke baş tê xwestin FETO re micadele bê kirin pêwîst ew êrîşên ku li Mustazaf-Derê hatine kirin bên ronîkirin. Di ya rastiyê de fail bellî ne. Divê temamê hêzên ewlehiyê yên ku di wê heyamê de li wê derê dixebitîn werin lêkolînkirin. Ger îrtîbata wan bi FETO re bê tespîtkirin divê dosyaya Ubeydullah Durna cardin bê vekirin. Ji bona ku ev cînayet bê ronîkirin, fail bên qefaltin û wan kesên ku vê li ser vê cînayetê digrin lazim e ku hikumet îradeyek nîşan bide. Encax heta niha îradeyek wisa heta niha nehatîye nîşandan.”

Ubeydullah Durna kî ye?

Şehîd Ubeydullah Durna, di 5ê Sibatê sala 1981an de li gundê Gagewrana ku girêdayê navçeya Gevera Colemêrgêye hat dînyayê. Ubeydullah Durna ji nav zarokên dê û bavê xwe de ev ê herî mezin e, ji wî biçûk 5 kur û 4 jî qîz hene. Ubeydullah dibistana pêşî tenê xwend, piştî leşkerîyê li gund di mizgeftê de dersa Quranê girtîye, dû re bi daxwazîya malbata xwe çûye Stenbolê û li wê xebitîye. Nêzê 2 salan li Stenbolê xebitîye û dû re vegerîyaye Geverê û li Geverê zewicîye. Ji zewaca wî jî kurikek û qîzikek çêbûye. Îdareya xwe di înşeatan de bikar dianî. Ji ber exlaqê wî yê xweşik di karê xwe de bal li ser xwe kişandîye, yekî xwedîsoz û di karê xwe de yekê rast û saxlem bûye û wisakî hatîye naskirin. (ÎLKHA)