Li Semsûrê ji îdarevan û mamosteyên ku alîkarî dane Pêşbirka Sîyerê re plaket hat teqdîmkirin

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji xwendekarên ku di pêşbirkê de ketine dereceyê û xelatan qezenc kirine re dîyarîyên wan belavên wan kirin û ji îdarevan û mamosteyên ku alîkarî dane Pêşbirka Sîyerê re jî plaket hat teqdîmkirin.

Ekleme: 05.05.2022 13:30:35 / Güncelleme: 05.05.2022 13:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji xwendekarên ku di Semsûr û navçeyên Semsûrê de ketine Pêşbirka Sîyerê ya ku bi şîara “Wî Bixwîn, Wî Bijî” hat tertîpkirin û di pêşbirkê de dîyarîyan qezenc kirine re dîyarîyên wan ji wan re hat teqdîmkirin.

Wan xwendekaran jî dîyarîyên xwe girtin û bi dîyarîyên xwe gelek kêfxweş bûn û destnîşankirin ku ew bi xwendin û bi hînbûna jîyana pêxember (silat û selam li ser wî be) xelatek mezin bidestxistin e.

Ayhan Ûstûnê Serokê Komela Evîndarên Pêxember yê Semsûrê, ji xwendekarên ku dîyarîyê qezenc kirine re wan di dibistanên wan de zîyaret kir û xelatên wan teqdîmê wan kir.

Ustun, ji îdarevanên ku ji Pêşbirka “Wî Bixwîn, Wî Bijî” re alîkarîyê dane re jî zîyaret kir û sipasîyên xwe da wan.

Bedîr Yamanê ku sipasîyên xwe da wan xwendekarên ku dîyarîyan qezenc kirine weha got, “Em li vê dibistanê bi tevî xwendina di dibistanê de ji bona ku xwendekarên me hînê jîyana pêxemberê me bibin û dînê xwe hînbibin jî cehd dikin. Em ji ber vê yekê ji komel û weqfên me yên ku di vê çarçoveyê de fealîyetan dikin re sipasîyên xwe didin wan. Evîndarên Pêxember jî di encama projeya “Wî Bixwîn, Wî Bijî” de ji xwendekarên me re dayîna dîyarîyan me gelek kêfxweş kir, ji ber vê yekê em ji wan re sipasîyên xwe didin.”

Sumeyye Koparalê ku ji qezenckirina dîyarîyan xwendekarên xwe kêfxweş bûye jî axavtinek kir û weha got, “Zarokan di nav heyecanê de xebitîn û hezkirin. Jîyana Pêxemberê me xeyn di dersan de wisakî di pêşbirkan de jî bê qalkirin gelek tesîrdar e û bi dildarî tê xebitandin, bi kêfxweşî tê xwendin. Armanca me jî ev e ku bila ew ê ku dixweyînin bila wê tiştê ku xwendine di jîyanên xwe de jî nîşan bidin. Ez hêvî dikim ku di ev tiştê de jî serbikevin. Ji bona ku ji vê tiştê re bûne wesîle ji we re sipasî dikim.”

Zelîha Bînîcîer û Şeyma Îlîkaya ku di pêşbirkê de dîyarî qezenc kirine, destnîşan kirin ku armanca wan ya beşdarbûna pêşbirkê xwendina Pêxember eleyhîsselam û hînbûna heyata wî bûye. Ji hemû kesên ku alîkarî dane ji pêşbirkê re jî sipasiyên xwe anîn ziman. (ÎLKHA)