Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu çû îda malbata Gulê ku wefat kiribû

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu çû serdana Celal Gulê Serokê Bajara Bidlîsê yê HUDA PARê yê ku di 4ê Tebaxa 2021an de ji ber Covîd-19ê wefat kir.

Ekleme: 04.05.2022 16:55:31 / Güncelleme: 04.05.2022 16:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê ku bi heyeta pê re hat Bedlîsê ji teref teşkîlata parêzgeha Bedlîsê ve hat pêşwazîkirin. Yapicioglu gora Celal Gulê ku li Goristana Muştakbaba Asri Mircatlık a taxa Zeydanê hatibû definkirin ziyaret kir û dia kir.

Yapiciogluyê ku ji goristanê derket çû serdana malbata Gulê ku li gundê Yukselîşê dijî. Yapicioglu ji aliyê bira û xizmên Gul ve hat pêşwazîkirin. Yapicioglu cejna malbatê pîroz kir û sebir ji malbatê re tewsîye kir.

Yapicioglu piştî ziyaretê ji Bedlîsê veqetîya. (ÎLKHA)