Karwana Hêvîyê ya Bîngolê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Karwana Hêvîyê ya Bîngolê ya ku di navbera xêrxwaz û feqîran de wezîfeya pirê girtiye li ser milên xwe û xebatên xwe bênavber didomîne di îdê de ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir.

Ekleme: 04.05.2022 14:40:13 / Güncelleme: 04.05.2022 14:40:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komele di bergeha dirûşmeya “Remezana Meha Hêvîyê” de li Bîngolê ji bi hezarana kesên feqîr ûm jar re alîkarî kir.

Mehmet Tamaçê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Bîngolê derbarê xebatê alîkarîyê yên ku di îda Remezanê de li Bîngolê hatin kirin de daxuyanî da.

Tamaç di daxuyanîya xwe ya da de destnîşan kir, ew wek komeleya Karwana Hêvîyê ya Bîngolê di meha Remezanê de ji hezar û 329 malbatan re di nirxa 332 hezar û 250 TLyî de alîkarîyên cûrbecûr kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me bi xebata xwe hewl da bibin hevparê kêf û coşa kesên bêçare û feqîr. Her wisa me hewl de em xwe bigihînin wan kesên êtîm û muxtac. Xweda nesîb bike em ê bi wasitaya xêrxwazên xwe van xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin û di 12 mehên salê de xebatan bikin.”(ÎLKHA)