Li Rihayê tanker ket nav kerîyê pez

Li navçeya Sîwereka Rihayê tankereke ku mazot tê de bû ket nav kerîyê pez, di encama qezayê de 22 mêşîn telef bûn.

Ekleme: 30.04.2022 15:45:30 / Güncelleme: 30.04.2022 15:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin tankerek bi plaqa 33 ECA 18 yê ku di bin qontrola Ahmet O. de bû li ser rêya Sîwerek-Dîyarbekir ket nav kerîyê pez.

Di encama qezayê de 22 mêşin telef bûn û şivan jî dema bireve ku xwe ji tankerê xelas bike ket xwarê û birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji birîndar re midexele hat kirin. (ÎLKHA)