Evîndarên Pêxember di Roja Qudsê ya Cîhanê de li Mescîda Eqsayê xwedî derketin

Weqfa Evîndarên Pêxember roja Înê ji ber "Roja Qudsê ya Cîhanê" ku her sal di Îna dawîn a Remezanê de tê lidarxistin, li seranserê welêt û Tirkiyeyê daxuyanîya li dar xist.

Ekleme: 29.04.2022 15:55:35 / Güncelleme: 29.04.2022 15:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya çapemenîyê de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve  bang hat kirin û  hat gotin di rêya azadkirina Qudsê de wezîfe bi tenê li Filistînîyan nakeve; bi Îdarevanên Misilman û ummetê re jî wezîfeyên mezin dikeve.

Weqfa Evîndarên Pêxember, bi minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê li gelek bajar û navçeyan daxuyanîyên çapemenîyê tertîp kir.

Li Diyarbekirê bi hezaran kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camii) hatin cem hev û nerazîbûna xwe ya li hember qetilkirina bi rêkûpêk a Filistîniyên li Xezze û Şerîeya Rojava û her wiha êrîşên li ser Mescîda Eqsayê ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve.

Li ser navê weqfê Rayedarê Weqfa Evîndarên Pêxember Menaf Adiyaman daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Menaf di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir; doza Qudsê doza azadîya ummetê ye,  doza Quds bes ne doza Filistînîyan e; bîleqs ê temamê Mislimanan e.

Temamê metna daxuyanîya çapemenîyê ya ku Menaf xwend wisa ye:

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Hemd ji Rebbê me yê mezin re, yekane xwediyê erd û ezmanan be û selat û selam li ser Muhammed Mistefa (Sallallahu Aleyhi Wasellam)yê rêberê me be. Û dîsa silav li malbata wî, hevalên wî yên hêja, yên rast, şehîdan û hemû hezkiriyên Qudsê be.

Doza Qudsê doza azadîya ummetê ye!

Quds û Mescîda Eqsa; erda muqaddes a Xwedê ye, qibleya ewil û 3. Harema Şerîf  û xala mîracê ya Pêxemberê me ye.  Quds; sembola yekîtî û wehdeta ummet û Mislimanan e. Ummet encax bi wê dikare bibe xwedîyê izzetê û bê wê dê êsîr bikeve.Dema ku Quds bikeve ew ê ummet bikeve, însanetî bikeve. Ev doz, doza sereke ya ummetê ye.  Mekke û Medîne çi be Quds jî ew e. Quds; rûmet, izzet, namûs û muqaddesata ummetê ye. Misliman  û ummeta Îslamê ji bo Quds bê azadkirin û ji siyonistan bê paqijkirin mukellef in.

Ew axên muqaddes ên Îslamê û qibleya ewil a Îslamê ev bû nêzî qernekê ku di bin îşxala cihûyên siyonist de ye. Siyonistên ku Amerîkaya şeytana mezin û dijiminên Îslamê destekê didin wan çav berdana rûmet, izzet, namûs û pîrozbahîyên ummeta Îslamê û êrîşî wan dikin. Qatilên siyonist rûmeta Mescîda Eqsaya ku qibeleya me ya ewil e dixin bin pîyan, êrîş dibin li ser wan Mislimanên ku li wê derê îbadet dikin û bi wan solên xwe yên necis û pîs dikevin hûndirê madeba me ya sêyemîn.

Her roj ji Quds û Filistînê û ji bajarên din dîmenên qetlîam û cinayetê tên û tê hînbûn ku siyonistên îşxalker bêyî ku ferq bixe nav zarok, pîrek û îxtîyaran gelê mezlûm ê Filistînê qetil dikin. Ger pêşîya  van kesên ku kerîyê qatilan in neyê girtin çawa ku Quds di bin esaretê de ye; bi heman awayî ew ê sibe Stenbol, Tehran, Îslamabad, Qahîre, Mekke û Medîne û bajarên din ên Îslamê jî bikevin xetereyê.

Ey ummeta Îslamê! Ey îdarevanên Misliman! Ey alimên Îslamê, rîspî, rewşenbîr û muminên ruhazad! Çavên xwe vekin. Ji bo van axên ku ji ummetê re wek emanet hatine hiştin micadelekirin bes ne wezîfeya gelê Filistînê ye. Temamê ummetê ji tiştên ku pêk tên berpirsiyar in û di warê cardin fetihkirina Qudsê de li gor qeweta xwe her kes xwedî mesûlîyet e.Mislimanên Filistînî barê temamê alema Îslamê dane li ser milên xwe û hewl didin izzeta ummetê muhafeze bikin. Ka binêrin qehremanên ezîz çi kirine? Întîfada gihaşt li ber dilê siyonistan.  Êdî Misliman li paytextên wan ên qaşo bi xwe jî çalakîyên berxwedanê li dar dixin û êdî siyonist li kolanan di nav tirs û xewfê de digerin. Bi izna Xwedê êdî berxwedan radibe ser pîyan. Şerîaya Rojava, axên ku di 1948an de hatine îşxalkirin û temamê Filistînê êdî dikin bibin mîna Xazzeyê.  Dengê pîyên întîfadayeke nû tê ku ev yek tirsê dide dilê çeteyên siyonist û xew li wan diherimîne. Hilweşîna çeteyên siyonist nêz e. Ev yek mizgîna Xweda û Resûlê wî ye.

Ger îro em jî wek Selahaddîn û Ebdulhemîdê ku siltanên bi qedr û qiymet ên şerq û xerbê ne ji bo vê doza pîroz û axên muqaddes tiştinan nekin em ê tevde di bin vê yekê de bieciqin; di bin esareta zaliman de bên perçiqandin û li alema ebedî duçarî azabeke mezin bibin. Divê ev Qudsa ku doza hevpar a Mislimanan e bibe wesîleya wehdeta ummetê û divê Misliman ji bo vê yekê dev ji cudahîyên bi îxtîlaf û sûnî berdin û li dijî siyonistên îşxalker bibi yekwûcid.

Ummmet wê Qudsê û Quds jî wê ummetê azad bike!

Weke ku hûn jî dizanin îro Roja Qudsê ya Cîhanê ye…Îro li çar alîyên alema Îslamê Misliman xwe berdane meydanan û ji bo doza Qudsê hatine ba hev. Îro ji rojan Quds e!Ewladên ummetê destên xwe ji bo Qudsê bilind kirne û lavayî dikin ji bo Qudsê! Roj ew roj e ku ji bo Qudsê bê feryadkirin, fedakarî bê kirin, mildayîna bin barê doza Qudsê û xwe ji Qudsê re feda kirin e.Lewra izzet û azadîya Qudsê bi izzet û azadîya Qudsê ve girêdayî ye.  Werin em ji kîjan millet, partî, cemaat û hareketê dibin bila bibin ferq nake di nav wehdet û uxuwwetê de xwe bispêrin Xwedê û li dijî dijminên Qudsê micadele bikin! Em Qudsê azad bikin û rê li ber azadî, serxwebûn û izzetê li ber ummetê vekin.

Bi vê wesîleyê em Roja Qudsê ya Cîhanê ya temamê Mislimanan pîroz dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku van rojan bike nesîbê me ku em li Qudsa azad û Mescîda Eqsayê pîroz bikin. Em bi vê wesîleyê wan birayên xwe yên ku micadele kirine û di vê rêyê de bedel dane bi minnet yad dikin. Rebbê min, me bike ji wan evdên xwe yên bi şeref ên ku di oxira vê doza mibarek de micedele dikin.