Li Efxanîstanê gelek muhimat hatin bidestxistin

Ji teref Emîrtîya Îslamê ya Efxanîstanê ve hat daxuyandin ku ew operasyon li wîlayeta Parwanê kirin û di encama operasyonê de jî bi sedan fuze û muhimat bidestxistin.

Ekleme: 29.04.2022 10:55:29 / Güncelleme: 29.04.2022 10:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin muhimatên ku li Parwanê hatin bidestxistin dewlet dest da ser û derheqê kahnîya muhimatan de jî tu agahîyek nehat dayîn.

Bingeha Hewa ya Bagramê yê ku Emrîqa di dema Efxanîstanê îşxal kiribû de li vê derê dima jî li Parwanê ye.

Di hîsaba medyaya civakî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxanîstanê de weha hat gotin, “Li wîlayeta Parwanê gelek muhimat û fuze hatin bidestxistin.” (ÎLKHA)