Li Meksîkayê di navberan du koman de pevçûn: 8 mirî, 11 birîndar

Di nav febrîqeyekî yê li Meksîkayê de di navbera karkeran de pevçûn derket û di encama pevçûnê de 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.04.2022 11:09:46 / Güncelleme: 28.04.2022 11:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Hîdalgoya Meksîkayê di febrîqeyekê çîmentoyê de du komên karker li hev xistin.

Di encama li hev xistinê de 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya Omer Fayadê Walîyê Hîdalgoyê ku di hîsaba xwe yê medyaya civakî de belav kirîye hat desnîşankirin ku di febrîqeya çîmentoyê ya Cruz Azulê de di navbera du komên karkeran de pevçûn derket, di encama pevçûnê de jî 8 kes canê xwe ji dest dan, 11 kes birîndar bûn û 9 kes jî derheqê meseleyê de hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de hinek erebe û dikan jî zirarê dîtin û derheqê pevçûnê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)