Wezareta Karên Hindir yê Efxenîstanê: DAÎŞ, êdî ji bona Efxenîstanê ne tehdîdek e

Ji teref Wezareta Karên Hindir yê Efxenîstanê ve hat daxuyandin ku DAÎŞ, li Efxenîstanê bi piranî hat tepeserkirin, ji bona ku bi temamî bê qedandin jî xebat berdewam dikin.

Ekleme: 27.04.2022 12:30:29 / Güncelleme: 27.04.2022 12:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku di hîsaba medyaya civakî ya Wezaretê de hat belavkirin de hat destnîşankirin ku DAÎŞ, di Efxenîstanê de ji sedî 98 hat tepeserkirin û niha jî tu tehdîdeke wê tuneye.

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin ku tirsa welatên cîranê Efxenîstanê yên ku ji ber talûkeya DAÎŞê ku ew ê di welatê Efxenîstanê de ji wan re çêbibe nemaye.

Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, dema ku hatibû bireveberîyê daxuyandibû ku ew ê ji DAÎŞ an jî komekî dinê re him li hember sekinandina hikumetê an jî talûkebûnîya wan yên ji cîhanê re îzîn nedin. (ÎLKHA)