Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 4 kes mirin

Di êrîşa xwekujî ya ku li ber Zanîngeha Karaçî ya Pakîstanê hat kirin de 3 jê biyanî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.04.2022 15:50:37 / Güncelleme: 26.04.2022 15:50:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor nûçeyên di çapemeniya welêt de cih girtin, di dema derbasbûna mînîbusa ku welatiyên Çînî tê de bûn, li kampusa Zanîngeha Karaçiyê jinekê bombeya li ser xwe teqand.

Li gor tespîtên ewil di teqînê de 3 jê Çînî 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê agir bi mînîbusê ket.

Gelek ekîbên agirkujiyê û ekîbên alîkariyê yên ewil şandin herêmê.

Hemû ketin û derketina zanîngehê hatin girtin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)