Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 245 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 245 hezar û 643 kes mirin.

Ekleme: 26.04.2022 09:45:28 / Güncelleme: 26.04.2022 09:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 245 hezar û 643  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  510  milyon  û  116  hezar û 702  kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û  18 hezar kesan.(ÎLKHA)