Ji artêşa Malîyê re êrîş: 6 leşker mirin

Hat destnîşankirin ku li Malîyê li 3 cîhên cuda êrîş li artêşa Malîyê hat kirin, di encama êrîşan de 6 leşker canê xwe ji dest dan û 15 leşker jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.04.2022 12:05:31 / Güncelleme: 25.04.2022 12:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Serkantîya Giştî yê Malî ve hat daxuyandin, ji qampên leşkerîyê yên Sevare, Bapho û Nîonoyê êrîşên hevdemî hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku êrîş bi xwekujan hat tertîpkirin û di encama êrîşan de jî 6 leşker canê xwe ji dest dan, 15 leşker birîndar bûn û 11 êrîşdar jî hatin ji dest hilanîn.

Hat îfadekirin ku li herêma êrîşan de qontrol hat bidestxistin. (ÎLKHA)