Weqfa Êtîman û Karwanê Hêvîyê li Gumuşxaneyê berîya ‘Îda Remezanê zarokan kêfxweş kir

Weqfa Êtîman û Karwanê Hêvîyê yê ku berîya her ‘îdan li çar alîyê welat û li dinyayê ji bi hezaran zarokan re alîkarîya cilan dikin, li Gumuşxaneyê jî gelek zarokan dan poşandin û wan kêfxweş kirin.

Ekleme: 25.04.2022 11:55:32 / Güncelleme: 25.04.2022 11:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temsîlkarîyên Weqfa Êtîman û Karwanê Hêvîyê yê Gumuşxaneyê ku xebatên xwe bi lez û bi gurayî dikin, ji zarokan êtîm û mixtacan re ji bona ku wan kêfxweş bikin ji wan re alîkarîya ‘îdanî û solan kirin.

“Ew ê zarokên me, bi cilên xwe yên ku ew ê li ber serê wan bin û bi vê şeklê şîyar bibin ‘îda xwe bi kêfxweşî pêşwazî bikin”

Omer Arslanê Temsîlkarê Weqfa Êtîman yê Gumuşxaneyê derheqê projeyên xwe de daxuyanîyek niviskî kir û di daxuyanîyê de weha got, “Em bi navê weqfê di encama çarçoveya xebatên xwe de wek her sal îsal jî him di nav welat de û him jî di derveyê welat de bi hezaran êtîm û malbatên mixtac re alîkarîyên me yên cilan berdewam dike. Me bi navê Temsîlkarîyên Weqfa Êtîman û Karwanê Hêvîyê yê Gumuşxaneyê zarokên êtîm û mixtacan anît dikanekî û ji wan re cîhekê yê ku him solên xwe û him jî cilên xwe bigecibînin. Ew ê zarokên me, bi cilên xwe yên ku ew ê li ber serê wan bin û bi vê şeklê şîyar bibin ‘îda xwe bi kêfxweşî pêşwazî bikin. Em ji wan xêrxwazên xwe yên ku ji vê projeyê re alîkar bûne re sipasîyan dikin. Xwezî bi wan xêrxwazan kû, bûn sedema kêfxwaşîya zarokên êtîm û mixtac, bûn hevparîya kêfxweşîya ‘îda wan. Bila Xwedê Teala him di vê dinyayê de him jî di axiretê de xêra wan zêde bi zêde bide wan.” (ÎLKHA)