Guterres îro tê Enqereyê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dê îro biçe ziyareta Tirkiyê.

Ekleme: 25.04.2022 11:10:14 / Güncelleme: 25.04.2022 11:10:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guterresê ku dê beriya serdanên xwe yên Rûsya û Ukraynayê bê Tirkiyeyê, dê ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve bê qebûlkirin.

Di hevdîtina Serokomar Erdogan û Guterres de tê destnîşankirin ku ew ê hewldanên navbeynkariyê yên Tirkiyeyê, agirbest û gavên ji bo aştiyê bên avêtin bên gotûbêjkirin û pêşniyarên Tirkiyeyê bên rojevê.

Sekreterê Giştî Guterres dê sibê biçe Moskovayê û bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li ser mijara aştiya li Ukraynayê biaxive.

Guterres, ku dê roja Pêncşemê serdana Kîevê bike û dê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski re bicive û li ser zêdekirina hewildanên mirovahî gotûbêj bike. (ÎLKHA)