Li Japonyayê keleka ku rêwî tê de bûn bin av bû: 26 kes winda bûn

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Hokkaîdoya li bakura welat keleka ku rêwî tê de bûn bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de 2 jê zarok tev de 26 kes winda bûn.

Ekleme: 23.04.2022 15:55:27 / Güncelleme: 23.04.2022 15:55:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin kelek di seat 13.15an de li wîlayeta Hokkaîdoyê bin av bû. Teşkîlata Ewlehîya Sehl yê Japonyayê jî daxuyand ku kelekek ku tê de 24 rêwî û 2 murettebat hebûn li wîlayeta Hokkaîdoya li bakura welat bin avê okyanûsê bû.

Hat destnîşankirin ku di kelekê de 2 jê zarok, 2 jê murettebat tev de 26 kes hebûn.

Ji teref rayedarên ewlehîya sehlê ve hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)