Di encama êrîşa rejima sîyonîst a îşxalker de 5 Filistînî birîndar bûn

Xespkerên îşxalker a sîyonîst êrîş li hinek bajarên Şerîaya Rojava kirin, di encama êrîşê de 5 kes berxwedar birîndar bûn.

Ekleme: 23.04.2022 11:05:30 / Güncelleme: 23.04.2022 11:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hîva Sor a Filistînê daxuyand ku di encama pevçûna ku li bajaroka Beyt Decneyê ya Nablusê pêk hat de 36 Filistînî, li bajaroka Beytayê jî 25 kes ji xazê tesîrdar bûn.

Hat destnîşankirin ku 5 kes jî di encama êrîşa ku li bajaroka Kefr Kaddumê ya ku li bajara Kalkîlyayê ye hat kirin de birîndar bûn, bi tevî zarokan gelek kes jî ji xazê tesîrdar bûn.

Berxwedarên Filistînî, li herêmê li hember îşxalên Cihûyîyan hema hema her roj bi armanca protestoyan çalakî û meşandinê dikin.

Rejima îşxalker a sîyonîst jî bi xazan û bi guleyan êrîş li wan dike, heta niha jî gelek Filistînîyan şehîd kir û gelekan jî birîndar kir. (ÎLKHA)