Li Bosna Hersekê di mezinahîya 5,7an de erdhej

Hat destnîşankirin ku li Bosna Hersekê di mezinahîya 5,7an de erdhejek pêk hat, di encama erdhejê de li gorî dîyarîyên ‘ewil kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.04.2022 10:55:31 / Güncelleme: 23.04.2022 10:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên Navenda Ewrupa-Behre Spî, erdhej li Stolcaya ku nêzê bajara Mostarê ye pêk hat.

Hat dîyarkirin ku erdhej  2 kîlometre di bin erdê de pêk hat û serê ‘ewil hat gotin ku erdhej di mezinahîya 6an de ye lê dû re di mezinahîya 5,7an de sererast kirin.

Di encama erdhejê de li gorî dîyarîyên ‘ewil kesek canê xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn, hinek avahîyên nêzê Mostarê zirarê dîtin û erdhej jî li gelek bajaran hat hîskirin. (ÎLKHA)