Li Polonyayê di kana madenê de teqîn: 5 mirî

Hat destnîşankirin ku li bajara Pnîoweka Polonyayê di kana madenê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.04.2022 10:30:30 / Güncelleme: 23.04.2022 10:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama teqîna ku şeva Pencşemê pêk hat de, 10 wezîfedarê lêgerîn û xelaskirinê birîndar bûn û herêma kana madenê jî hat girtin lê hê ji derheqê 7 kesan da aghîyek nehat bidestxistin.

Hat dîyarkirin ku di encama teqînê de 5 kes canê xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn, 9 kes jî di bedenên wan de şewatên giran pêk hatin.

Li bajara Pnîoweka Polonyayê di 1000 metre binê kana madenê de teqînek grîzu pêk hatibû. (ÎLKHA)