Ofîsa ENKS, PDK-Sê û PYK-Sê ji aliyê komên çekdar ên bi ser PYD/PKKê ve hatin şewitandin

Komên çekdar ên bi ser PYD/PKKê ve, berdewamin li ser şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve.

Ekleme: 22.04.2022 12:05:33 / Güncelleme: 22.04.2022 12:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di şeva roja pêncşemê 20.4.2022’an de, komên çekdar ên bi ser PYD/PKKê ve,bi rêkûpêk demjimêr piştî 9ê êvarî li bajarê Kobanê êrîşî ofîsa xwecihiya Kobanê ya bi ser ENKSê ve û ofîsa PDKSê û Yekîtî Kurdistanî yên bi ser ENKSê ve kirin û agir bi wan xistin û hemû alavên wan hatin şewitandin. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, ofîsa Partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriye avahiya ku têde bû di qatê herî binî de bû û zêdeyî 12 malbatan li jora wan bûn. Ji ber vê yekê jiyana xelkên wê deverê ketibû metirsiyê ji ber dijwariya agir û şewitandina ofîsê û ji aliyekî din ve zarokên wan malbatan ziravqetandî bûn ji tirsa ji ber vî karên hovane, yên ku komên çekdar ên bi ser PYDê ve pê rabûbûn.

Herwiha di heman demê de, serkirdên ENKSê radighînin ku HSDê û hevpeymaniya navneteweyî dikin berpirsiyariya van kiryarên xerab.Ji ber ku ta niha bi erkê xwe yî rasteqîn e ranebûne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de,ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve.(ÎLKHA)