Li Wanê Qemyonet û mînîbûsek li hev qelibîn: 13 birîndar

Hat destnîşankirin ku qemyonetek yê ku patatan bar dikir û mînîbûsek li navçeya Artmêtana Wanê li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 jê giran tev de 13 kes birîndar bûn.

Ekleme: 21.04.2022 10:45:30 / Güncelleme: 21.04.2022 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qemyonetek yê ku patatan bar dikir û mînîbûsek li derdora Kurubaşa li navçeya Artmêtana Wanê li hev qelibîn û di encama qezayê de 3 jê giran tev de 13 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bi xebardayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin û mirovên birîndar jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)