Îran: 3 sîxurên Mossadê hatin girtin

Îran daxuyand ku ew 3 kesên ku ku ji bona Moosadê dixebitin û fealîyetan dikin qefaltin û wan girtin.

Ekleme: 21.04.2022 10:25:28 / Güncelleme: 21.04.2022 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin wan şikdarên ku hatine qefaltin li bajara Zahîdana navenda bireveberîya wîlayeta Sîstan-Beluçîstanê fealîyetan dikirin.

Wan şikdarên ku hê nasnavên wan nehatîye daxuyandin pêçîya wan di nav belavkirina “delîlên îstîxbarata veşartî” de jî hebûne û hat daxuyandin ku agahîyên ku derheqê wan de bê dayîn ew ê dû re bê belavkirin. (ÎLKHA)