Ofîsên ENKSê yên li Rojava hatin şewitandin

Hat ragihandin 2 ofîsên ENKSê yên li Rojava hatin şewitandin.

Ekleme: 20.04.2022 13:30:30 / Güncelleme: 20.04.2022 13:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Dirbêsîyê û Dêrikê kesên nasnameyên wan nediyar in êrîş birin li ser ofîsên ENKSê û avahîyên wan şewitandin.

Tê diyarkirin her du êrîş ji teref Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYD/PKKê ve girêdayîne hatiye kirin.

Komên ku navê Ciwanên Şoreşger li xwe dikin li Rojavaya Kurdistanê tim û tim êrîşan dibin li ser kesên ku ne ji PKK/PYDê ne û avahîyên aîdî muxalifan dişewitînin û însanan direvînin.(ÎLKHA)