Êrîşa bombeyî li otobusa gardîyanan hat kirin

Li Bûrsayê êrîşa bombeyî li otobusa gardîyanan hat kirin, di encama êrîşa bombeyî de kesek mir û 4 kes jî giran birîndar bûn.

Ekleme: 20.04.2022 10:05:27 / Güncelleme: 20.04.2022 10:05:27 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Hat ragihandin di encama êrîşa bombeyî ya ku li Bursayê li dijî otobusa gardîyanan hat kirin de kesek mir û 4 kes jî giran birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bûrsayê ve hat ragihandin ew texmîn dikin di dema derbasbûna otobusê de bombeya ku li kêleka rê hatibû danîn hat teqandin.(ÎLKHA)