Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 224 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 224 hezar û 824 kes mirin.

Ekleme: 19.04.2022 09:45:28 / Güncelleme: 19.04.2022 09:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 224 hezar û 824  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  505  milyon  û  261  hezar û 58 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û  224 hezar kesan.(ÎLKHA)