Li Lvîvê êrîşa bi fuzeyî: 7 mirî

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşa ku li Lvîvê ya bajara Ukraynayê hat kirin de 7 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.04.2022 15:30:36 / Güncelleme: 18.04.2022 15:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Maksîm Kozîtskîyê Walîyê Lvîvê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hinek depoyên artêşê yên ku nayên xebitandin û hinek îstasyonên benzînê bi fuzeyan hedef hat girtin.

Kozîtskî, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku li gorî dîyarîyên ‘ewil 7 kes mirin, 3 jê giran, 1 jê zarok tev de 11 kes jî birîndar bûn.

Andrîy Sadovîvê Serokê Şaredarî yê Lvîvê jî destnîşan kir ku di seatên serê sibê de di encama bombebarandinê de camên 8 avahî û dibistanek jî şikîyan.

Sadovî, ji mirovan re jî bang kir dema ku dengê sîrenê bê wan bila bikevin nav sitargehan. (ÎLKHA)