Di encama êrîşên rejima îşxalker de 2 Filistînî giran birîndar bûn

Rejima sîyonîst a îşxalker, vê şeveqê êrîş li hinek herêmên Filistînê kir, di encama êrîşên rejima îşxalker û sîyonîst de 2 ciwanên Filistînî giran birîndar bûn û gelek Filistînî jî hatin desteserkirin.

Ekleme: 18.04.2022 11:20:33 / Güncelleme: 18.04.2022 11:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref îşxalkeran ve ji ciwanên ku di seatên serê sibê de li hember êrîşên rejima îşxalker li bajaroka  Al-Yamouna Kampa Cenînê berxwedanê nîşan dan re êrîş hat kirin.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de heta niha 2 ciwan giran birîndar bûn.

Ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat destnîşankirin ku ji ciwanan yek di serî û stuyê xwe de ciwanê dinê jî di pişta xwe de gule xwarin û birîndar bûn.

Di seatên êvarê de jî ciwanekî di encama êrîşên ku li Qudsê hat kirin de bi guleyan birîndar bûbû. Ciwanên Filistînî jî bi molotof, kevir û agirbazîyan bersiv dan.

Hat ragihandin ku di encama êrîşên Cenîn, Beytullahîm û Şerîaya Rojava de jî gelek Filistînî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)