Zelenski: Nêzîkî 3 hezar leşkerên me mirin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski ragihand ku di encama êrîşên Rûsyayê de heta niha nêzî 3 hezar leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Ekleme: 16.04.2022 14:35:12 / Güncelleme: 16.04.2022 14:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zelenskî ji çapemeniya Amerîkayê re axivî û diyar kir ku di êrîşên 24ê Sibatê yên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatin destpêkirin de nêzî 3 hezar leşkerên Ukraynayê jiyana xwe ji dest dane.

Zelenskî diyar kir ku nêzî 10 hezar leşker birîndar bûne û got, zehmet e mirov bêje çend ji van birîndaran dikarin sax bimînin. (ÎLKHA)