Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 220 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 220 hezar û 800 kes mirin.

Ekleme: 16.04.2022 14:25:29 / Güncelleme: 16.04.2022 14:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 220  hezar û 800  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  503  milyon  û  886  hezar û 772 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û  220 hezar kesan.(ÎLKHA)