Li Kîevê dengê teqînê hat

Piştî bin av bûna keştîya amîral Moskowayê ya Rusyayê li Kîeva paytexta Ukraynayê û li derdorê wî dengên teqînê hat bihîstin.

Ekleme: 15.04.2022 12:10:10 / Güncelleme: 15.04.2022 12:10:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya Ukraynayê li herêma Vasîlkîva Kîevê dengên teqînê hat bihîst, sîstema parastina hewayê ket dewreyê.

Hat destnîşankirin ku Rusya, li herêma Harkovê cîhê wargehê bombe barand, li alîyê hemû cepheyên herêma Donetskê jî pevçûn berdewam dike.

Hat ragihandin ku li herêma Harkovê bombekirin berdewam kir û bişev jî gelek şewat derket.

Li herêma Luhanskê di nav 24 seatan de gelek dengên topan hat bihîstin û di encama wan êrîşan de jî 2 kes canê xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku pevçûn li herêma Donetskê berdewam dike. (ÎLKHA)