Barzanî: Komkujiya Enfalê heta hetayê xaleke reş e di nav çavên dîrokê û bikerên wê de

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber minasebeta 34emîn salvegera karesata Enfalê peyamek belav kir û tê de destnîşan kir “Enfal yek ji tawanên herî hovane yên di dîrokê de ye."

Ekleme: 14.04.2022 15:25:30 / Güncelleme: 14.04.2022 15:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temamê metna peyama Barzanî wisa ye:

“Îro, 14ê nîsAnê, em gelek bi rêz û rûmet bîreweriya 182 hezar hevwelatiyên bêtawan yên Kurdistanê dikîn û bejna xwe li hember canê paqijê şehîdan diçemînîn ku di sala 1988ê da di yek ji hov û dirindetirîn tawanên dîrokê da, desthilata hîngê ya Îraqê jênodîda kirin û canê xwe ji dest da.

Enfalan ku di 8 qonaxan da hijmareke mezin ya deverên Herêma Kurdistanê vergirtin, ji bo heta hetayê xaleka reşe bi nav çavên dîrokê û bi navçavên wan yên ew tawan kirî, tevaya mirovatiyê ji wê yekê berpirse ku rê nedin ev awayê tawanan li çu derên din yên dinyayê dubare bibe ve û bi hemû awayî rê lê bê girtin.

Di demkê da ku Herêma Kurdistanê di rewşek nazik da derbas dibe, baştirîn bîranîn û bilindragirtina bîreweriya şehîdên Enafalan û tevaya şehîdên Kurdistanê biratî, bihevre bûn û yekrêziya hêz û aliyên kurdistanî û pêkhateyên wê ye ji bo misogerkirin û parastina mafên destûrî û qewareyê siyasî û federalî û paşeroja Herêma Kurdistanê.

Dadgeha bala ya tawanan li Îraqê Enfal bi jênosîda û wek tawana dijî mirovatî û tawana cengê nas kiriye. Di vê bîreweriyê da em careke din daxwaz dikîn ku hikûmeta federal ya Îraqê li hember erkek yasayî, exlaqî û mirovatiyê daye daku lêqewmiyan û malbatên enfalkiriyan qere bo bike da hindek ji birînên wan sarêj bibin.

Li Herêma Kurdistanê jî, hindî di şiyan da hebe, divê baştir xizmeta malbat û kesûkarên enfalkiriyan bê kirin û xebatên ji bona avadankririna deverên hatine enfalkirin û vegerandina rufatên şehîdan berdewam bin, herwesa, li ser astê navdewletî jî ji bona nasandina Enfalan wek jênosîda divê li ser xebatên xwe berdewam bîn.

Silav û rehmet bo canê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê”(ÎLKHA)