Barzanî ji ber 34emîn salvegera qetlîama Enfalê peyamek belav kir

Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê ji ber 34emîn salvegera qetlîama Enfalê peyamek belav kir.

Ekleme: 14.04.2022 11:05:31 / Güncelleme: 14.04.2022 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Roja pênçşem 14ê nîsana 2022 li bîranîna sîh û çarsaliya Enfalê ye ku îro  Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê ji ber 34emîn salvegera qetlîama Enfalê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir.

Temamê deqê peyama Barzanî wisa ye:

Tawana Enfalê yek ji nemirovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ya li sedsala derbasbûyî ye ku armanca wê ji navbirin û şikandina gelê Kurdistanê bû.

Pêwîste û erkê Hikûmeta Iraqe qerebûya wê tawana mezin bike ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye encamdan.(ÎLKHA)