Avrupa Yetim Eli li Tanzanyayê ji bi sedan malbatî re alîkarîya xurekê kir

Avrupa Yetim Eliya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye û li çar alîyên cîhanê diçe bi hewara feqîran ve vê carê li Tanzanyayê alîkarîyên xwe didomîne.

Ekleme: 13.04.2022 14:55:34 / Güncelleme: 13.04.2022 14:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazîya alîkarîyê Avrupa Yetim Eli li herêma Tangaya paytexta Tanzanyayê  ji bi sedan kesên bi feqîr re alîkarîya erzaqê kir.

Gokhon Karalokê Temsîlkarê  Avrupa Yetim Eli yê Darmstad derbarê mijarê de destnîşan kir, ew li vê derê ji bi sedan malbatên feqîr re alîkarî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her wisa em sofrayên fitarê dideynin. Xebata me ya cil û bergan a ji bo êtîman jî berdewam dikin. Em ji xêrxwazan daxwaz dikin ku di vî warî de me tenê nehêlin.”(ÎLKHA)