NY: Nêzî 5 milyon kes ji ber şer ji Ukraynayê koç kirin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê heta niha zêdetirî 4 milyon û 615 hezar penaber ji Ukraynayê derketine.

Ekleme: 13.04.2022 10:40:27 / Güncelleme: 13.04.2022 10:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref UNHCR ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di navbera 24ê Sibatê û 13ê Nîsanê de zêdetirî 4 milyon û 615 hezar penaber derbasî welatên cîran bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî nîvê vê hejmarê derbasî Polonyayê bûye. (ÎLKHA)