Komeke çekdar a bi navê Hêzên Hevpeymaniya Demokratîk (HSD) duh êrişî gundê Mangusu yê parêzgeha Îturiyê kir.
Di êrîşê de heta niha herî kêm 31 sivîl hatin kuştin. Li herêmê di navbera komên çekdar û hêzên ewlehiyê de pevçûn didomin.
Li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ev nêzî 3 hefteyan e di navbera artêşa Kongo û komên çekdar ên ku hewl didin hin herêman bixin bin kontrola xwe de pevçûnên dijwar rû didin. (ÎLKHA)