Li Hîndîstanê tirêna bi lez 6 kesan pelîxand

Li wîlayeta Andra Pradeşa Hîndîstanê tirêna bi lez li mirovan xist, di encama qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.04.2022 11:09:56 / Güncelleme: 12.04.2022 11:09:56 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin ku ew jî ji rayedaran bidestxistine, ekspresa Secunderabad-Guwahatîyê li herêma Srîkakulama bajara Amaravatîya bajara Andra Pradeşê xira bû, ji ber vê yekê rêwîyên tirênê ji tirênê peya bûn û di rêya tirêna dinê de sekinîyan.

Hat destnîşankirin ku di encama sekinandina wan rêwîyan de tirêneke dinê dema ku di rêya dinê de derbas bû li rêwîyan qelibî û wan pelîxand.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil 6 kes canê xwe ji dest dan.

Derheqê meseleyê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)