Tirs ket nav dilê rejima îşxalker: Gotin qey şênîyê Cihûyî çalakîsazê Filistînîye û wî kuştin

Leşkerên îşxalker li êrdên Aşkelonê yêa ku hatîye îşxalkirin, şênîya Cihûyê yê ku çekê leşkera pîrek revand, gotin qey ew kes çalakîsazê Filistînîye wî kuştin.

Ekleme: 11.04.2022 15:05:38 / Güncelleme: 11.04.2022 15:05:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima sîyonîst a îşxalker, di çend rojên dawî de ji ber çalakîyên bi kêr û bi çek tirsekî mezin ket nav dilê wan.

Kesekî li Aşkelona ku hatîye îşxalkirin, çeka leşkereka pîrek girt û revîya. Ji ber vê yekê Albay Eliaf El-Bazê sîyonîst, got qey ew kes çalakîsazê Filistînîye çekê xwe berê wî da. Ew kes di encama berdana  çek canê xwe ji dest da.

Ji teref çapemenîya îşxalkeran hat destnîşankirin ew kesê ku hat kuştin ne çalakîsazê Filistînî bûye, ew şênîyeke Cihûyî bû ye û ew kes jî yekî dîn bûye û ji tîmarxaneyê revîyaye.

Ev mesele cardin jî nîşan da ku îşxalker û leşkerên wan, li hember çalakîyên Filistînîyan ketine nav heyretê û tirsekî ketîye nav dilê wan. (ÎLKHA)